Serokê herêmê û Serokkomarê Îraqê civiyan

behsa çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.
کوردستان TV
100%

Serokkomarê Îraqê îro hate Hewlêrê.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd kir.

Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd ku, bo beşdarî kirin di komcivîna aştiya Rojhilata Navîn de serdana Kurdistanê kiriye, li gel Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya.

Di civînê de Nêçîrvan Barzanî rixmî bixêrhatin kirin û pîrozbayî kirin li Letîf Reşîd hevdem diyar kir ku, hun xwedan rol û pêgene û dikarin roleke girîng bo çareser kirina kêşeyên heyî li Îraqê bilîzin.

Nêçîrvan Barzanî herwiha amadebûna herêma Kurdistanê û piştîvaniya herêma Kurdistanê bo çareser kirina kêşeyan li ser esasê destûrê diyar kir û ragihand ku, hikûmeta herêma Kurdistanê amadeye bo parastina aştî û aramî li gel hikûmeta federalî hevkarî û hemahengî bike.

Li hember de jî Serokkomarê Îraqê spasiya herêma Kurdistanê û Serokê herêma Kurdistanê kir û ragihand ku, lazime tevahiya aliyan bihevre hewl bo çareser kirina kêşeyên heyî bidin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.