Dibêje sedemên raperînê navxweyî ne.
Beşê farsî yê kanala bbc belav kir ku, Cîgireke wezîrê Îtlaata Îranê bi navê Şikohî di dema peywendiyeke telefûnî de li gel hijmareke endamên îtlaata Îranê de gelek nihênî eşkere kiriye.
Ev rayedarê îtlaatê ku, paşnavê wî Şikohiye, ragihandiye ku, sedemên sereke yên raperîn û xwepîşandanên dijî rejîmê beruvajî gotinên rejîmê, ne xaricî ne belku, tevahiya sedeman navxweyîne û rejîm naxwaza wan bibîne.
Ev rayedarê han herwiha diyar kiriye ku, îtlaat û hêzên din yên Îranê nikarin xwepîşandanan kontrol bikin jiber ku, xelkê tiştek nîne ku ji dest bide lewre ji me ( îtlaat û hêzên din yên rejmê) natirse û berdewame li ser xwepîşandanên xwe.
Nav hatî diyar kiriye ku, sedemên navxweyî yên weke giranî, bêkarî, helwestên tund yên rejîmê û hêzên rejîmê, cudatiya etnîkî û olî bûne fakter bo berfire bûn û dom kirina xwepîşandanên xelkê û niha bi rastî jî rejîma me nikare tiştek bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin