Ev navend taybete bi dahênan û vejînê li Kurdistanê de.
Îro li Hewlêrê bi beşdariya Serokê herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hijmareke rayedarên din yên Kurdistanê, merasîmek bo vekirina înstîtûya dahênan û vejînê (nûgerayî) hate lidarxistin.
Di destpêka merasîma han de Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û bi tundî êrîşên îro yên Îranê yên bo ser Koye û deverên din mehkûm kir û êrîşên han bi binpê kirina serweriya axa Kurdistan û Îraqê mehkûm kir.
Mesrûr Barzanî herwiha jiber 238mîn salvegera ava kirina bajarê Silêmanî jî pîrozbayî li şêniyên vê bajarê kir û bi awayeke kurt behsa rola bajarê Silêmanî û şêniyên vê bajarê jî kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di berdewamiya gotara xwe de anî ziman ku, vekirina ev navenda han (KII) xeyaleke min ya gelek mezin bû û îro gelek kêfxweşim ku, ev navenda han tê vekirin.
Mesrûr Barzanî diyar kir ku, derfet û karîna vê yekê heye ku, Kurdistan bibe navenda zanîn û dahênanê û bi vekirina vê navendê jî vê di vê warî de gaveke gelek girîng tê avêtin.
Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku, diyasporaya Kurdistanî yek ji çalaktirîn diyasporane û hewl didin ku, fêde ji ezmûn û pisportiya diyasporayê jî werbigirîn û emê nûgerayî di diyalogê de bikin û Kurdistan bikin navenda diyalog û dahênanê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin