Îran baregehên partiyên Kurdî yên li herêma Kurdistanê bordiman kir.
Îro careke din rejîma Îranê bi dron û mûşekên balistîkî dest bi bordiman kirina navend û baregehên hizba demokrata Kurdistan û komele kir û şehîd û birîndar jî çê bûne.
Di vê derbarê de Peyamnêrê me yê li devera Pişderê ragihand ku, mûşek û dronên Îranî bi asmana devera Pişderê re derbas bûne û ev mûşek û dron li navenda leşkerî ya rejîma Îranê ya li bajarê Serdeştê hatine avêtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin