Xwepîşandan û raperîna dijî rejîma Îranê berdewame.
Di çarçoveya xwepîşandan û raperîna seraserî ya gelên Îranê li dijî rejîma vê welatî de, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî mîna bajarên din yên Îranê xwepîşandan hene û hêzên rejîmê jî êrîşên xwe yên bo ser welatiyan didomînin.
Di vê çarçoveya hate zanîn ku, du roj beriya niha hêzên rejîmê li bajarê Pîranşarê ya li Rojhilatê Kurdistanê du welatiyên Kurd ku, çalakvanên warê jîngehparêziyê bûne, revandine û heta niha çarenivîsa wan jî nediyare.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin