Di wan rojan de ev projeya han destpê dike.
Îro Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xweşnav ragihand ku, di demeke nêz de bi beşdariya Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî projeya ava kirina xaniyan bo kesên xizan û hejar li Hewlêrê jî destpê dike.
Omîd Xweşnav diyar kir ku, ev xaniyên han li du cîhên herî baş yên Hewlêrê têne avakirin û piştî destpê kirina projeyê jî navê wan kesan têne eşkere kirin ku, navê xwe nivîsandine û dibine xwedanên wan xaniyan.
Weke tê zanîn beriya çend mehan hikûmeta herêma Kurdistanê biryar da daku, li Hewlêrê, Silêmanî û Dihukê 20 hezar xaniyan bo kesên xizan û hejar ava bike.
heta niha li Zaxoyê ev projeya han destpê kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin