Navê vê hemleya han fetih kirina Tehranê ye.
Xwepîşandan û raperîna seraserî ya gelên Îranê li dijî rejîma vê welatî berdewamin û rojane li gelek bajarên Îranê dijî rejîmê xwepîşandan tênekirin.
Di vê çarçoveyê de xelkê Îranê dest bi hemleyeke nû ya sê roje li dijî rejîmê kiriye.
Li gor çapemeniya Îranî, li gelek bajar û bajarokên seraserê Îranê hemleyeke nê vê roja sê şemê destpê bike û heta sê rojan berdewam be.
Di nava vê hemleya sê rojî de ku, li bajarên curbicur navê xwe xwînxwahiye (xwestina xwînê) û li Tehranê jî navê xwe fetih kirina Tehranê ye, ji xelkê seraserê Îranê hatiye xwestin ku, ji roja sêşemê bihev re li dijî rejîmê dakevin qadan û heta rejîmê ji nav nebin ranewstin.
Di daxuyaniya hemleya nû de hatiye diyarkirin ku, em vê sêşemê xwe kom bikin û bihevre dakevin qadan û heta rejîma bikuj û dîktator bi temamî ji nav nebin ranawestin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin