Welatiyeke din yê Kurd hate kuştin

duhê li Serdeşt û gundên derdor xwepîşandan li dijî rejîmê hebû.
کوردستان TV
100%

Duhê li derdorê Serdeştê bi destê çekdarên rejîmê hatiye kuştin.

Duhê li gundê Bêweran ya ser bi Serdeştê ya li Rojhilatê Kurdistanê, çekdarên rejîma Îranê êrîşî ser hijmareke şêniyên gundê Bêweran kirine û di encama êrîşa han de welatiyekî Kurd bi navê Hêmin Hemze ku, temena wî 30 sale, hatiye kuştin û du kesên din jî ku yek ji wan xuşika Hêmine birîndar bûne.

Piştî vê bûyerê xelkê gundên derdor û bajarê Serdeştê ku, di nava xwepîşandanên dijî rejîmê de bûne, berê xwe dana gundê Bêweran lê hêzên rejîmê rêya gundê daxistibûn lewre dîsa di navbera xelk û hêzên rejîmê de pevçûn çê bûye û tê gotin hijmareke din welatî birîndar bûne.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.