Rewş li Îranê her diçe aloztir dibe

tê payîn sibê xelk derbeke din ya gelek dijwar li rejîma Îranê bide.
کوردستان TV
100%

Sibê vê li seraserê Îranê xwepîşandanên grseyî hebin.

Xwepîşandan û raperîna seraserî ya gelên Îranî li dijî rejîma vê welatî her diçe berfiretir dibin. Di vê çarçoveyê de duhê jiber çileya kesên ku, li Sîstan û Belûçistanê ji aliyê rejîmê ve hatibûn kuştin li gelek bajar û bajarokên Îranê greva giştî hebû.

Her duhê hêzên rejîma Îranê dîsa êrîşî ser xelkê kiribûn û çend kesên din jî hatine kuştin û birîndarkirin.

Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî duhê xwepîşandanên gelek mezin hebûn bi taybetî li bajarê Mehabadê ku, ciwaneke Mehabadî li Urmiyeyê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû şehîd kirin û termê wî bo Mehabadê hatibû veguhastin.

Di dema veşartina termê de xwepîşandanên gelek mezin hatin kirin û xelk diroşmeyên dijî rejîmê qiriya.

Herwiha biryare sibê înê li seraserê Îranê li dijî rejîma vê welatî xwepîşandanên seraserî werin kirin û bo vê yekê jî bi dehan part û aliyên siyasî yên curbicur daxwaz ji xelkê kirine ku, beşdarî di xwepîşandanên dijî rejîmê de bikin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.