Îsraîl: Nexşeya êrîş kirine ser Îranê amadeye

dibêje artêşa Îsraîlê ev karîn hene ku, di demeke kên de derbeke dijwar li rejîma Îranê bide.
کوردستان TV
100%

Dibêje em gelek bi hûrî û kûrî li ser planê kar dikin.

Wezîrê berevanî yê Îsraîlê Benny Gantz ragihand ku, nexşeya Îsraîlê ya bo êrîş kirine ser Îranê û ji nav birina rejîma Îranê amadeye.

Wezîrê berevanî yê Îsraîlê Benny Gantz di gotareke xwe de yaku li parlementoyê pêşkêş kiriye, ragihandiye ku, artêşa Îsraîlê xwedan karîne û dikare êrîşî ser Îranê bike û bo vê yekê jî planeke hûr û kûr hatiye amadekirin lê her gavek ku, tê avêtin gelek bi hûrî li ser radiwestin.

Nav hatî di bersifa pirsa parlementerekê de ku, gotibû eger Netanyaho dîsa bibe Serokwezîr eger heye ku, êrîşî ser Îranê bike an na? gotiye erê egereke wisa heye lê lazime di her warî de nirxandin bo pêngaveke wisa were kirin.

Weke tê zanîn duhê jî li ser sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê êrîşî ser karwaneke Îranî hatibû kirin ku, dixwest sûtemenî bo hizbulaha Libnanê veguhêze, di destpêkê de hate gotin ku, Amerîka ev êrîşa han pêk aniye lê pişt re rayedarên Îsraîlî ragihandin ku, êrîş ji aliyê balefirên Îsraîlî ve hatiye pêkanîn.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.