Balefirên Amerîkî êrîşî ser karwana han kirine.
Li gor çapemeniya Îraqî duhê bişev li ser sînorê navbera Îraq û Sûriyeyê karwaneke qaçax ya petrolê hatiye jinavbirin.
Li gor çapemeniya Îraqê ev karwana ku, petrol qaçax kiriye ji aliyê balefirên Amerîkî ve hatiye bordimankirin û tê gotin ku, jiber êrîşa han herî kêm 25 kes hatine kuştin û tirmbîlên nava karwanê jî bi temamî hatine jinavbirin.
Ji aliyeke din ve hin çavkanî behsa vê yekê dikin ku, karwana han karwaneke leşkerî ya Îran û komên çekdar yên Îranê bûye û ji aliyê Amerîkayê ve hatiye jinavbirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin