Li Îranê civateke nû hat ava kirin

ev civata han weke tîmên gerok tevdigere.
کوردستان TV
100%

Karê vê civata han avêtina emameyên serê meleyane.

Li gor jêderên nûçeyan û çapemeniya Frasî, li Îranê xelkê vê welatî civateke nû ava kiriye.

Navê civata han civata avêtina emameyên li ser meleyên Îranê ye.

Avêtina emameyên li ser meleyan di nava 51 rojên derbasbûyî de bûye modeleke nû li Îranê û ciwanên Îranî rojane di nava kolan û qadan de êrîşî ser meleyan dikin û emameyên wan davêjin erdê.

Li gor çapemeniya Frasî civata ku, hatiye avakirin, weke tîmên belav bûyî kar dike û her tîmek jî herî kêm ji du kesan pêk tê.

Di beşê şert û mercên endam bûn di civatê de hatiye diyarkirin ku, lazime kesên ku dibin endam demamik û berçav bikar bînin û herwiha li gel xwe jî kamêra hilgirin bo ku, dema avêtina emameyan de, wêne û vîdeoyan bigirin.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.