Sedir: Aloziyên Îranê derbasî welatên din dibin

dibêje lazime îslam li gor şert û mercên jiyana serdem were parastin.
کوردستان TV
100%

Dibêje ev planeke dijî îslamê û lazime huşiyar bin.

Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir di peyamekê de derbarê rewşa Îraqê de huşdarî daye û ragihandiye ku, aloziyên heyî yên li Îranê vê derbasî welatên din jî bibin.

Muqteda Sedir di peyama xwe de diyar kiriye ku, tişa niha li Îranê heye, planeke dijminane li dijî Îslam û oldaran û xelk bi bername û plan êrîşî ser hicab û oldaran dike.

Sedir huşdarî daye û daxwaz kiriye ku, rayedarên Îranê bi çavên vekirî li hember rewşa heyî tevbigerin û îslam biparêzin lê bila îslam jî li gor mercên jiyana serdem be jiber ku, eger wisa neyê kirin vê êrîşên dijî hicab û oldarên îslamî derbasî welatên din yên deverê jî bibin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.