Rejîma Îranê li xwe mokir hat

dibêje alozî û pevçûn berdewam dibin.
کوردستان TV
100%

Dibêje derbên gelek dijwar li rejîmê ketine.

Berpirsê karûbarê siyasî yê nivîsîngeha Rêberê rejîma Îranê, Resûl Sanayîrad diyar kiriye ku, di encama xwepîşandanên dijî rejîmê de rejîm hîn jî ji nav neçûye lê derbên gelek dijwar ber rejîmê ketine.

Nav hatî di dema beşdarî kirin di bernameyeke telefizyona fermî ya Îranê de diyar kiriye ku, niha rejîm rastî raperîneke çend alî ya civakî hatiye, raste rejîm ji nav neçûye lê derbên gelek dijwar ber rejîmê ketine û raperîna heyî jî vê bidome.

Ev rayedarê Îranî diyar kiriye ku, lazime em ji niha û pêde deriyên diyalogê li gel xelkê vekin û cudatî û rexneyan jî qebûl bikin lê beriya her tiştekî lazime emê vê rewşa aloz ya heyî aram bikin.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.