Her du welat rêkeftineke etomî îmze dikin.
Mulheqa abûrî ya balyozxaneya Rûsyeyê ya li Bexdayê ragihandiye û Îraq û Rûsye dixwazin di warê enerjiya etomî de rêkeftinek îmze bikin.
Li gor daxuyaniya mulheqtiya abûrî ya balyozxaneya Rûsyeyê, Îraq û Rûsye bo ku, derbarê fêde wergirtin ji enerjiya etomî de gavên pêwîst davêjin û xwe amade dikin daku, rêkeftinek taybet bi enerjiya etomî îmze bikin.
Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, beriya niha jî hevkariyeke wisa di navbera Îraq û Rûsyeyê de hebûye û di sala 1975an de her du welat li ser vê mijarê rêkeftinek îmze kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin