Amerîka balefirên xwe yên şer şandiye kendavê

beriya niha Îran gef kiribû ku, êrîşî ser Riyaz û Siûdiyeyê bike.
کوردستان TV
100%

Hijmara wan balefiran nediyare.

Rojnameya Washington post li ser zarê çavkaniyên dîplomatîkî yên Amerîkî belav kir ku, hikûmeta Amerîkayê ferman bi wezareta berevanî kiriye daku, tedbîrên pêwîst li hember gefên Îranê bo êrîş kirine ser Siûdiyeyê bistîne.

Çavkaniyê eşkere kiriye ku, di vê çarçoveyê de Amerîka hijmareke zêde balefirên şer û alawên din yên berevanî bo piştîvanî kirina Siûdiye û hevpeymanên din yên xwe yên li deverê şandiye, kendavê.

Weke tê zanîn ev biryara Amerîkayê piştî vê yekê tê ku, hefteya derbasbûyî zaniyariyên îstîxbaratî hatibûn belavkirin ku, biryare Îranê êrîşî ser Hewlêr û Riyazê bike.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.