Du ciwanên din yên Kurd hatin revandin

heta niha çarenivîsa wan du revandiyan nediyare.
کوردستان TV
100%

Li Pîranşarê hatine revandin.

Xwepîşandan û raperîna seraserî ya gelên Îranî li dijî rejîma vê welatî berdewame.

Rixmî zext, êrîş û gefên rejîmê lê xelkê Îranê hîn jî li qadan deye û berdewame li ser xwepîşandan û raperîna dijî rejîmê.

Di vê çarçoveyê de li bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî weke bajarên din yên Îranê xwepîşandan didomin û li hember de jî  hêzên rejîmê berdewamin li ser êrîşên xwe yên li ser xelkê û revandina xelkê.

Hate zanîn ku, roja duşemê li bajarê Pîranşarê hêzên îtlaata rejîmê du ciwanên din yên Kurd revandine û heta niha çarenivîsa wan nediyare. Yek ji wan ciwanan hunermendekî Kurde bi navê Xalêd Huşiyar û nav hatî jiber xwendina sirûdeke nîştimanî di dema xwepîşandanan de hatiye revandin û heta niha çarenivîsa wî nediyare.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.