Hêzên ewlekarî êrîşî ser gundeke ser bi Bûkanê kirine.
Xwepîşandanên seraserî yên gelên Îranê li dijî rejîma vê welatî berdewamin û di vê çarçoveyê de jî duhê bişev hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê êrîşî ser gundê Weştepe ya ser bi Bûkanê û debistana vê gundê kirin.
Di encama êrîşa han de herî kêm 16 şêniyên vê gundê ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatine revandin û heta niha çarenivîsa wan jî nediyare.
Navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kiriye ku, di nava revandiyan de zarokên 12 salî jî hene.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin