Ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye kuştin.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, duhê keçeke din ya Kurd ya temen 16 sal bi navê Sarîna Saêdî ku, roja çarşemê di xwepîşandanên bajarê Sineyê de ji aliyê çekdarên rejîmê ve hatibû birîndarkirin, duhê li nexweşxaneyê jiber giraniya birîna xwe canê xwe ji dest daye.
Ji aliyeke din ve duhê dîsa li Mehabad, Seqizî, Sine, Qesrê Şîrîn û çend bajarên din yên Rojhilatê Kurdistanê xwepîşandanên dijî rejîmê berdewam bûn û rejîm jî li wan bajaran rast rast êrîşî ser xwepîşanderan kir.
Weke tê zanîn ev 43 roje xwepîşandan li dijî rejîma Îranê li seraserê vê welatî berdewame û heta niha nêzî 300 kesan hatine kuştin û bi deh hezaran kes jî birîndarin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin