Li Mehabadê pevçûnên gelek dijwar di qewmin

xwepîşandan û pevçûn gelek dijware û walîtiya Mehabadê hate şewitandin.
کوردستان TV
100%

Îro xelkê Mehabadê walîtiya vê bajarê şewitand.

Îro li Mehebadê xwepîşandaneke gelek mezin li dijî rejîma Îranê hat lidarxistin û xelkê Mehabadê li dijî rejîma Îranê daket qadan.

Her çend çekdarên rejîma Îranê jî rast rast bi çek êrîşî ser xelkê dikin, lê xelkê Mehabadê paşve venagere û xelk karî bînaya walîtiya Mehabadê dorpêç bike û agir bi vê bînaya han berde.

Niha pevçûn û xwepîşandan li Mehabadê hîn jî berdewame û duhê bişev jî di çarçoveya heman xwepîşandanan de ciwaneke din yê Kurd li vê bajarê hatibû kuştin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.