Behsa şerê dijî DIŞIê û reformên nava hêzên pêşmerge hate kirin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Cîgirê Fermandarê giştî yê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê kir û pişt re jî derbarê naveroka civînê de Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya Cîgirê Fermandarê giştî yê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê Jeneral Carl Harris kir.
Di civînê de me giftûgo derbarê reformên nava wezareta pêşmerge, pêngavên yekxisitina hêzên pêşmerge û girîngiya pere pêdana hevkarî û hemahengiya ewlekarî ya di navbera artêşa Îraq û hêzên pêşmerge û hebûna hêzeke hevbeş bo rûbirû bûna gefên terorîstên DIŞIê bi taybetî li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya herêmê kir.
Di beşeke din ya civînê de me nirxandin bo pêşhat û guhertinên dawî yên Îraq, deverê û hewlên ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê li ser esasê rêz girtin ji pirensîbên hevbeşiya rastîn, hevsengî û lihev kirinê kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin