Ev navendên han li derdorê Dîmeşqê bûn.
Duhê artêşa Îsraîlê bi mûşekan êrîşî ser çend navendên leşkerî yên Îran û çekdarên Îranî li Dîmeşq û derdorê kir.
Çapemeniya Sûrî diyar kiriye ku, sîstema berevaniya asmanî ya Sûrî kariye çend mûşekan beriya ku, bigehêjin hedefa xwe pûç bikin.
Lê jêderên herêmî jî behsa vê yekê dikin ku, di encama êrîşa han ya artêşa Îsraîlê de gelek navend û cebelxaneyên Îran û komên çekdar yên ser bi Îranê hatine jinavbirin.
Duhê jî rayedarên artêşa Îsraîlî diyar kiribûn ku, Îsraîl kariye bi êrîşên xwe, hêz û pêgeha Îranê li Sûriyeyê gelek lawaz bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin