Dibêje Nexcewan dixwaze vegere ser Îranê.
Piştî tetbîqata leşkerî ya Îranê ya li ser sînorên navbera Azerbayican û Îranê, rayedarên spaha Pasdaran ya Îranê huşdarî dan Azerbayicanê û gef li Azerbayicanê kirin.
Li gor çapemeniya Îranî, rayedarên spaha Pasdaran diyar kirine ku, tetbîqata ku, li ser sînorên navbera Îran, Ermenistan û Azerbayicanê hatiye lidarxistin çend peyamên gelek girîng li xwe girtiye ku, yek ji wan ewe ku, Îran bi ti awayî qebûl nake kirîdora Zengesor were vekirin û Îran qebûl nake sînorên cogirafî yên li herêmê werin guhertin.
Heman rayedarên spaha Pasdaran ev yek jî diyar kirine ku, li Nexcewanê gelek alî hene ku, dixwazin vegerin ser Îranê û spaha Pasdaran jî bo vê yekê amadekariyên pêwîst dike.
Ev daxuyaniya Îranê li gor pisporan vê bibe sedema çê bûna aloziyên gelek mezin di navbera Îran, Azerbayican û Tirkiyeyê de û egere derketina şer jî di navbera wan aliyan de zêdetir dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin