Li sînorên navbera Başûr û Rojhilatê ev tetbîqat destpê kiribû.
Tetbîqata leşkerî ya rejîma Îranê yaku, roja şemî li bajarê Pîranşar ya li ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê destpê kiribû, îro duşem bi dawî hat.
Armanc ji vê tetbîqata han li gor daxuyaniyên rayedarên rejîmê amadebûna hêzên leşkerî yên rejîmê ye bo bersifdana her cure metirsî û êrîşek ku, Îranê bike armanc.
Di heman demê de lidar xistina tetbîqatê li Pîranşarê di vê demê de gelek balkêşe jiber ku, heta beriya çend rojan bajarê Şino di encama xwepîşandanê de ketibû destê xelkê û hîn jî li gelek bajar û bajarokên Rojhilat û Îranê jî xwepîşandan û serhildana dijî rejîma Îranê berdewame.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin