Li Misirê diziyeke mezin hate kirin

sê ji wan dizan xwendekarên zanîngehê ne.
کوردستان TV
100%

59 parçe şûnwarên dîrokî hatin dizîn.

Wezareta navxwe ya Misirê ragihandiye ku, duhê bişev diziyeke gelek mezin li zanîngeha Suhac ya li Misirê hatiye kirin.

Li gor daxuyaniya wezareta navxwe ya Misirê, duhê bişev çend kes karîne 59 şûnwarên girîng yên dîrokî ku, taybetin bi serdema firewnan û serdema îslamiyetê li zanîngeha Suhac dizîne lê piştî demeke gelek kêm ji dizî kirinê, hêzên ewlekarî karîne di operasiyonekê de dizan bigirin.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, diz 4 kes bûne ku, sê ji wan Xwendekarên vê zanîngehê û ewê din jî bavê yek ji wan Xwendekaran bûye.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.