Derbeke gelek dijwar li rejîma Îranê hat xistin

ev kom 24 seat dem daye rejîma Îranê.
کوردستان TV
100%

Malpera etomiya Îranê hat hackkirin.

Komeke hacker ya bi navê black river malpera etomiya Îranê hack kiriye û tevahiya belge û dosyeyên nihênî yên taybet bi enerjiya etomiya Îranê dizîne.

Ev koma han baldarî daye rejîma Îranê û ragihandiye ku, eger heta 24 seatan tevahiya girtiyên siyasî û ev kesên ku di çarçoveya xwepîşandanên vê dawî de hatine girtin, neyên azadkirin, vê tevahiya belge û dosyeyên nihênî yên taybet bi enerjiya etomiya Îranê bo raya giştî ya cîhanê belav bike.

Koma han herwiha diyar kiriye ku, eger rejîma Îranê daxwazên wan cîhbicîh neke vê ji bilî belav kirina belgeyên nihênî, êrîşî dîcîtalî bibin ser gelek navendên din yên rejîmê.

Weke tê zanîn ev zêdetir ji mehekê ye li Îranê xwepîşandan li dijî rejîmê hene û rejîm jî ji wan xwepîşandanan gelek ditirse.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.