Amerîka: Îran viran dike tişteke wisa tuneye

dibêje hêzên me di çarçoveya qanûnên navnetewî de tevdigerin.
کوردستان TV
100%

Îran gotibû dest daniye ser du qayiqên Amerîkî.

Piştî ku, hêzên çekdar yên Îranê ragihandin ku, rojên derbasbûyî karîne li behra sor dest deynin ser du qayiqên Amerîkî yên bi ajovan, Fermandariya hêzên Amerîkî yên li behra sor, daxuyaniyek di vê derbarê de weşand.

Fermandariya hêzên deryayî yên Amerîkî di daxuyaniya xwe de nivîsandiye; Îran û hêzên çekdar yên Îranî viran dikin, tişteke wisa tuneye û ti qayiqeke Amerîkî nehatiye destbiserkirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku, hêzên Amerîkî li deverê de di çarçoveya qanûnên navnetewî de pîwerdariyên xwe cîhbicîh dikin û ti westanek jî çê nebûye û nabe.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.