Ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine revandin.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, di wan rojên dawî de hêzên rejîma Îranê zextên xwe yên li dijî xwepîşanderan bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê zêdetir kirine.
Hengawê diyar kiriye ku, di wan rojên dawî de hêzên rejîma Îranê li bajarê Ciwanroyê, 6 Xwendekarên keç yên Kurd revandine û bo cîheke nediyar veguhastine.
Ev her 6 xwendekarên Kurd di dema êrîşa hêzên rejîmê ya bo ser debistanekî li bajarê Ciwanroyê de hatine girtin û heta revandin û heta niha çarenivîsa wan nediyare.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin