Têde Fermandarê leşkerî taybet û gulanê jî amade bû.
Îro li bajarokê Zawête ya ser bi Dihukê, akademiya leşkerî ya cengaweran dawî bi devreyeke din ya perwerdehiya leşkerî anî.
Di merasîmê de Fermandarê leşkerên taybet ya 1 û Gulanê, Mensûr Barzanî jî amadebû.
Di destpêka merasîmê de sirûda nîştimanî ya Ey reqîb hate xwendin û pişt re jî beşdarên devreya leşkerî çend çalakiyên leşkerî û berevanî nîmayîşkirin.
Navê devreya han ya perwerdehî, devreya perwerdehiya berevaniye û têde hijmareke zêde leşker ji wan her du artêşan beşdar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin