Kanada jî dorpêç danî ser Îranê

civaka cîhanî dorpêçên dijwar dixe ser Îranê.
کوردستان TV
100%

6 rayedar û 4 dezgehên rejîma Îranê di nava lîsteya nû  ya Kanadayê dene.

Hikûmeta Kanadayê ragihand ku, bo piştîvanî kirina xelkê Îranê li dijî rejîma vê welatî û bersifdana êrîşên rejîmê yên li ser xelkê, biryara danîna dorpêçan li ser rejîma Îranê daye.

Li gor daxuyaniya hikûmeta Kanadayê, hikûmeta vê welatî, vê carê dorpêçên gelek dijwar daniye ser 6 rayedarên Îranî û 4 dezgeh û navendên girîng yên rejîma Îranê.

Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî jî Kanada dîsa dorpêç danî bû ser 17 rayedar 3 navendên din yên steratejîk yên rejîma Îranê.

Ji aliyeke din ve NY, Amerîka û Ewrûpa jî bi heman awayî dorpêçên gelek dijwar yên nû xistine ser rejîm û rayedarên rejîma Îranê.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.