Dibêje lazime cîhan bêdeng nemîne û helwesteke tund raber bike.
Li gel belav bûna raport û zaniyariyên nû yên derbarê şandina dronên Îranî bo Rûsyeyê û bikar anîna wan dronan ji aliyê Rûsyeyê ve li dijî Ukraynayê, Amerîka daxuyaniyeke tund da.
Di daxuyaniya wezareta derve ya Amerîkayê de hatiye diyarkirin ku, şandina dronên Îranî bo Rûsyeyê, nîşaneya yekîtiya navbera Îran û Rûsyeyê ye û ev yek metirsiyeke gelek mezine bo ser asayîş û aramiya dever û cîhanê lewre lazime cîhan li hember vê yekê bêdeng nemîne û helwesteke tund û dijwar raberî wan her du welatan bike.
Di daxuyaniya wezareta derve ya Amerîkayê de hatiye diyarkirin ku, lazime cîhan bi yekdengî dorpêç û cezayên gelek dijwar bixe ser rejîmên Îran û Rûsyeyê jiber ku, eger ev her du rejîmên han neyên îflîckirin, vê bibin metirsiyeke gelek mezin bo ser cîhanê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin