Xelkê Îranê dest bi hemleyeke girîng kiriye

her stûneke elektirîkê bo îdam kirina rayedar û meleyek hatiye amadekirin.
کوردستان TV
100%

Her stûneke elektirîkê bo meleyek hatiye girtin.

Xwepîşandan û raperîna seraserî ya xelkê Îranê li dijî rejîma vê welatî di roja xwe ya 33an de bêyî westan didome.

Di vê çarçoveyê de ev du roje li gelek bajarên mezin yên Îranê xelk dest bi hemleyeke seraserî li dijî rayedarên rejîm û meleyên Îranê kiriye.

Xelk li tevahiya bajaran li ser stûnên elektirîkan, navên rayedar û meleyên Îranê nivîsandiye û diyar kirine ku, ev stûna han ya bo darve kirina Xamneyî, ev stûn ya bo darve kirina Reîsî, û ev stûn ya bo darve kirine kesên din hatiye amadekirin bêzehmet ti meleyeke din li ser vê stûnê darve nekin.

Ev hemleya xelkê Îranê tirseke mezin xistiye dilê rayedarên rejîm û meleyên Îranê lewre rayedarên rejîmê jî êrîşên xwe yên li ser xelkê zêdetir kirine.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.