YE: Emê dorpêçên tund bixin ser Îranê

dibêje jiber kuştina xwepîşanderan emê dorpêçên dijwar bixin ser Îranê.
کوردستان TV
100%

Duhê YE civiya bû û du biryarên nû dabû.

Duhê civata giştî ya Yekîtiya Ewrûpayê li ser du mijaran civiya bû û di civînê de derbarê Rûsye û Îranê de du biryarên nû da.

Li gor çapemeniya cîhanî, civata giştî ya YE biryar daye ku, dorpêçên xwe yên li dijî Rûsyeyê jiber dom kirina êrîşan ser Ukraynayê berfiretir bike.

Her di heman civînê de hatiye diyarkirin ku, vê YE dorpêçên gelek berfire û tund bixe ser Îranê jiber ku, rejîma vê welatî berdewame li ser kuştin û eşkence kirina xwepîşanderan.

Weke tê zanîn ev zêdetir ji mehekêye ku, li Îranê xwepîşandanên dijî rejîmê didomin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.