Rejîma Îranê nikare ciwanan kontrol bike

dibêje rejîm nikare jin, ciwan û xwendekaran neçarî teslîm bûnê bike.
کوردستان TV
100%

Dibêje çîna Xwendekaran bûnye metirsiyeke mezin bo ser rejîma Îranê.

Kanala CNN ya Amerîkî derbarê xwepîşandanên li Îranê ku, zêdetir ji mehekê ye didomin raportek belav kiriye.

Di raporta han de nêrînên çend psporan jî hatine belavkirin û hatiye diyarkirin ku, xwepîşandanên vê carê yên Îranê gelek cudane, jiber ku bi şevan li seraserê Îranê xwepîşandan tê kirin rejîm jî rixmî bikar anîna tevahiya hêz û karînên xwe nikare xwepîşandanan bi dawî bîne.

Di beşeke din ya raportê de hatiye nivîsandin ku, her çend pêşengên xwepîşandanên vê carî piranî jinin li ciwan û Xwendekarên Îranî jî xwedan roleke gelek girîngin û rejîm nikare serê nibişên ciwan bitewîne û  xwendekar jî bûne metirsiyeke gelek mezin ku, rejîm jê gelek ditirse.

Di berdewamiya raportê de hatiye diyarkirin ku, niha li Îranê sê çînên cuda gelek bi dijwarî li dijî rejîmê şerê dikin, jin, ciwan û xwendekar, ev di demekê deye ku, oldar, mamosteyên zanîngehan û kasibkar jî bi heman awayî beşdarî di xwepîşandanên dijî rejîmê de dikin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.