Bi eşkence kirinê ev ciwanê Kurd hatiye qetilkirin.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawî, zextên hêzên rejîma Îranê li dijî welatiyên Kurd û xelkê din yê Îranê berdewamin.
Hengawê belav kiriye ku, di çarçoveya xwepîşandanên dijî rejîmê de, hêzên ewlekarî yên rejîmê li Îlamê çend ciwanên Kurd rojên derbasbûyî binçav kirine.
Hengawê diyar kiriye ku, di encama eşkence kirina wan ciwanan de, ciwanek bi navê Mihemed Ebdulahî temen 36 sal ku, xelkê bajarê Îlamê ye canê xwe ji dest daye.
Mihemed Ebdulahî herî kêm 12 seatan bi berdewamî hatiye eşkencekirin û pişt re jî jiber eşkenceya dijwar canê xwe ji dest daye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin