Hizbula û heşda şebî li Îranê şerê dijî xelkê dikin

dibêje bi erebiya Îraqî û Libnanî dipeyvin û gelek di tundî êrîşî ser xelkê dikin.
کوردستان TV
100%

Rejîma Îranê hijmareke zêde çekdarên hizbula û heşda şebî biriye Îranê.

Li gor nûçeyeke Jorsalimpost ya Îsraîlî, di çarçoveya şer û xwepîşandanên navxweyî yên li dijî rejîma Îranê de, rejîma Îranê bo êrîş kirine ser xelk hijmareke gelek zêde çekdarên hizbulaha Libnan û heşda şebî ji Îraqê biriye Îranê.

Çavkaniyê di nûçeya xwe de zaniyariyên han spartiye jêderên navxweyî yên li Îranê û nivîsandiye: Ev hijmara zêde ya çekdarên hizbula û heşda şebî ku, ji aliyê rejîma Îranê ve hatine veguhastin, li Tehran, Îsfehan, Sine, Meşhed û Başûrê Îranê şerê dijî xelkê dikin û piştîvaniya hêzên rejîmê dikin.

Jêderên navxweyî yên Îranê ev yek pişt rast kirine ku, ev çekdarên han bi zimanê erebî bi her du zarên Îraqî û Libnanî dipeyvin û gelek bi tundî jî êrîşî ser xwepîşanderan dikin.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.