Serokê herêma Kurdistanê û şandeke hevpeymanî civiyan

hevpeymaniya cîhanî berdewam dibe li ser piştîvanî kirina hêzên pêşmerge.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa deverê û yekxistina hêzên pêşmerge hate kirin.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke leşkerî ya hevpeymaniya cîhanî ya bi Serokatiya Fermandarê hêzên hevpeymanan li Sûriye û Îraqê Jeneral Matthew MacFarlane kir.

Di civînê de giftûgo derbarê pêşhatên dawî yên ewlekarî, metirsiyên terorê, rûbirû bûna DIŞIê li Îraq û Sûriyeyê, rêkeftina jihev fêmkirinê ya di navbera wezareta berevanî ya Amerîkayê li gel Îraq û herêma Kurdistanê û reformên nava wezareta pêşmerge hate kirin.

Di berdewamiya civînê de her du alî balkêşandine ser girîngiya dom kirina hevkarî û piştîvaniyên hevpeymaniya cîhanî ya bo Îraq û herêma Kurdistanê bo ji nav birina mayinde ya terorîstên DIŞIê û nehêştina metirsî û gefên heyî yên li ser aramî û asayîa Îraq, Sûriye û deverê.

Li hember de Jeneral Matthew MacFarlane pêbendiya hevpeymaniya cîhanî bo domandina piştîvaniyên bo Îraq û herêma Kurdistanê di şerê dijî terorê de diyar kir û her du aliyan hevkarî û hemahengiya navbera artêşa Îraqê û hêzên pêşmerge bo rûbirû bûna terorê bi girîng wesif kirin.

Rewşa navxweyî ya herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên prosesa siyasiya Îraqê, hilbijartina Serokkomar û pîwerdar kirina Serokwezîrê nû yê Îraqê bo ava kirina hikûmeta nû, rewşa dawî ya deverê û çend mijarên din yên cîhê girîngî bo her du aliyan mijarên din yên vê civînê bûn.

Di civînê de wezîrê pêşmerge yê Kurdistanê û Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî beşdar bûn.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.