Her du birayên hevin û li Sineyê hatine girtin.
Navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kir ku, hemwextî dom kirina xwepîşandanên seraserî yên li dijî rejîma Îranê, êrîşên hêzên rejîmê jî yên bo ser xelkê berdewamin.
Hengawê diyar kiriye ku, li Sineyê hêzên rejîmê du ciwanên Kurd bi tawana beşdarî kirin di xwepîşandanan de binçav kirine û çarenivîsa ev her du girtiyan ku, birayên hevin û temena wan 15 û 16 sale, nediyare.
Navê birayên girtî Hewram û Alan Husêniye û xelkê bajarê Sineyê ne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin