Ev 29 roje li seraserê Îranê li dijî rejîmê xwepîşandan tênkirin.
Li gor çapemeniya Frasî, di çarçoveya xwepîşandanên seraserî yên gelên Îranê yên li dijî rejîma vê welatî de, duhê înê li zêdetir ji 120 bajarên Îranê xwepîşandanên mezin hatine kirin.
Di çarçoveya xwepîşandanên duhê de li Bakûr û Başûrê Îranê sê rayedarên rejîmê hatine kuştin.
Li bajarê Mazinderanê Fermandarê spaha Pasdaran ya li vê bajarê Hesen Yûsifî ji aliyê xwepîşanderan ve bi kêran hatiye kuştin.
Her duhê li bajarê bajarê Laristan ya li eyaleta Fras jî du rayedarên din yên besîca Îranê ji aliyê xwepîşanderan ve hatine kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin