Tirkiye û Îran bersifa daxwazên Îraqê nadin

dibêje avê weke karteke siyasî li dijî Îraqê bikar tînin.
کوردستان TV
100%

Îraq dixwaze derbarê kêşeya avê de li gel wan giftûgo bike.

Li gor çapemeniya Îraqî, wezareta çavkaniyên avê ya Îraqê ragihandiye ku, jiber siyasetên Tirkiye û Îranê yên bo qut kirina avê li ser Îraqê, Îraq rastî kêşeyên gelek mezin û metirsîdar hatiye.

Di daxuyaniya wezaretê de hatiye diyarkirin ku, ev demeke dirêje Îraq dixwaze bi rêya diyalog û giftûgoyê vê mijara han li gel Tirkiye û Îranê çareser bike lê ne Îran û ne jî Tirkiye bersifa daxwazên Îraqê nadin.

Di daxuyaniyê de tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku, ev her du welatên cîran, avê weke karteke siyasî li dijî Îraqê bikar tînin û ev yek jî binpê kirina yasa û zagonên navnetewiye.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.