Mekteb siyasiya PDK daxuyaniyeke fermî bo raya giştî belav kir.
Îro pêncşem 13ê Cotmehê mekteb siyasiya partiya demorkata Kurdistanê derbarê hilbijartina Serokkomarê Îraqê de daxuyaniyek bo raya giştî weşand.
Di daxuyaniya mekteb siyasiya PDKê de hatiye diyarkirin ku, piştî hilbijartinên Cotmeha sala derbasbûyî, heta îro PDK bê cudatî li gel tevahiya aliyên siyasî yên Îraqê bo derbas kirina qirîza siyasî ya li Îraqê di nava têkilî û giftûgoyan de bûye û PDK pêbendiya xwe ya bo rêkeftina dabeş kirina postên sereke yên Îraqê di nava her sê pêkhateyên Kurd, sune û şîeyan de heye.
Derbarê Serokatiya Komar ya Îraqê jî yaku, parê Kurde me nêrîna xwe bi eşkere ji raya giştî û aliyên siyasî yên Îraqê re gotiye û me tekez li ser girîngiya hebûna yekdengî û yekrêziyê di nava Kurdan de kir jiber ku, ev nunerên gelê Kurdistanê ne di nava parlementoya federalî de lê mixabin hewl hate dayîn daku, ev mijara han were piştguhê xistin û destwerdan û siyasetên xweferizkirinê yekdengiya Kurd û mafên Kurd binpê bike jiber vê yekê PDK heval Rêber Ehmed bo vê posta han berbijêr kir.
Niha jî ku, ev hewla han ya bo xwesepandin û binpê kirina îradeya gelê Kurd serkeftî nebû, û herwiha bo serkeftî bûna prosesa siyasiya Îraqê û damezrandina hikûmeta nû ya federalî, me weke PDKê biryara vekêşandina berbijêrê xwe heval Rêber Ehmed da, hêvî dikin civîna parlementoya Îraqê serkeftî be.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin