Koma hacker ya bi navê Anonymous operations ev belgeyên han dizîne.
Xwepîşandan û aloziyên navxweyî yên li dijî rejîma Îranê berdewamin û duhê sêşem komeke hacker ya bi navê Anonymous operations ragihand ku, di operasiyoneke nû de kariye zêdetir ji 60 malperên ser bi rejîma Îranê û hêzên rejîmê hack bike.
Ev koma han herwiha nameyek ji hêzên çekdar û ewlekarî yên rejîmê re şandiye û tê de nivîsandiye: Gelek belgeyên dizî, gendelî û fesadê yên berpirsên hêzên çekdar yên Îranê û rayedarên rejîmê bidest xistine û di demeke nêz de tevahiya wan bo raya giştî eşkere bikin.
Ev koma han piştîvaniya xwe û xelkê Îranê li dijî rejîmê diyar kiriye û daxwaz ji hêzên çekdar yên rejîmê jî kiriye daku, êrîşî ser xelkê Îranê yê ku, bo azadiya xwe têkoşînê dike şer nekin belku, li dijî rejîma fasid, diz û dîktator ya Îranê şer bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin