Ev tetbîqata han vê çend rojan bidome.
Li gor çapemeniya Sûrî, vê hêzên bejayî yên Rûsyeyê yên li Sûriye û hêzên bejayî yên Sûrî, di rojên pêşiya me de dest bi tetbîqateke berfire ya leşkerî bikin.
Heta niha dema destpê kirin û cîhê lidar xistina tetbîqatê nehatiye diyarkirin lê çapemeniya Sûrî qala vê yekê kiriye ku, di tetbîqata han de vê çek û guleyên rastîn werin bikaranîn.
Çapemeniya Sûrî diyar kiriye ku, armanc ji tetbîqata han ya leşkerî, berfire kirina bazneya kontrola taktîkî ya hêzên Sûriyeyê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin