Karkerên petrokîmiyayê jî dest bi grev û xwepîşandanan kirin.
Şer, alozî û xwepîşandanên li Îranê li dijî rejîma vê welatî, her diçe zêdetir, berfiretir û dijwartir dibin û ev 24 roje bênavber li seraserê Îranê xwepîşandan li dijî rejîmê têne kirin.
Di vê çarçoveyê de îro duşem 10ê Cotmeha 2022an, karkerên mezintirîn kompaniya petrokîmiyaya Îranê ya li bajarê Bûşehirê jî dest bi greva giştî û beşdarî kirin di xwepîşandanên dijî rejîmê de kirin.
Herwiha duhê jî Serokkomar, Serokê parlemento û Serokê dadweriya Îranê jî civîneke awarte lidar xistibûn lê derbarê encam û biryarên civînê de ti daxuyanî nehatine dayîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin