Almanya huşdarî da Îranê

heta niha di xwepîşandanên Îranê de zêdetir ji 150 kesan hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Dibêje emê darayiyên rayedarên rejîmê bicemdînin.

Duhê wezareta derve ya Almanyayê daxuyaniyek derbarê rewşa Îranê de belav kiriye û têde huşdarî daye Îranê û ragihandiye ku, rejîma Îranê piştîvaniya aliyê şaş yê dîrokê dike.

Di daxuyaniya wezareta derve ya Almanyayê de hatiye diyarkirin ku, wezîra derve ya vê welatî diyar kiriye ku, li ser nizîkatiyên nerast û tund yên rayedarên rejîma Îranê yên li gel xelkê û xwepîşanderan, vê Almanya û welatên din yên Ewrûpayî dorpêçên dijwar bixin ser Îranê û tevahiya sermaye û darayiyên rayedarên rejîma Îranê li Almanya û Ewrûpayê bicemdînin.

Weke tê zanîn ev 4 hefteye li seraserê Îranê li dijî rejîmê xwepîşandan hene û heta niha zêdetir ji 150 xwepîşander ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.