Îraq rastî bêkariyeke gelek dijwar hatiye

ti bernameyeke hikûmetê bo çareser kirina bêkariyê tuneye.
کوردستان TV
100%

Hijmara bêkaran li Îraqê 6 miliyon kes derbas kiriye.

Li gor sendîkaya karkerên Îraqê, niha li Îraqê kêşeya bêkariyê bûye kêşeyeke gelek mezin û metirsîdar û hikûmet jî bo çareser kirina vê kêşeyê heta niha ti gavek ne avêtiye.

Di raporta sendîkayê de hatiye diyarkirin ku, niha li Îraqê zêdetir ji 6 miliyon kesan ku, piraniya wan ciwanên bêkarin û ti hêviyeke wan bi pêşeroja xwe tuneye.

Di berdewamiya raportê de hatiye diyarkirin ku, heta niha hikûmeta Îraqê jî bo çareser kirina vê kêşeya han ti gavek neavêtiye û di berameya hikûmetê de jî ti çareserî bo vê kêşeya han tuneye.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.