Li Tehranê Fermandereke din yê Îranî hate kuştin

heta niha gelek fermandar û besîciyên rejîmê hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê xwepîşanderan ve hatibû birîndarkirin.

Li gor çapemeniya fermî ya Îranê Fermandareke din yê hêzên besîc yên rejîmê ku, di êrîş kirine ser xwepîşanderan, xwedan roleke serekene, li Tehranê hatiye kuştin.

Malpera tesnîm ya spaha Pasdaran diyar kiriye ku, Fermandarê hêzên Besîc yê bi navê Pûriya Ehmedî, di dema xwepîşandanên taxa Pîrozî ya li Tehranê ji aliyê xwepîşanderan ve hatibû lêdan û jiber derbên dijwar, birîndar bibû û li nexweşxaneyê de rixmî hewldanên nûjdaran, miriye.

weke tê zanîn di xwepîşandanên 19 rojên derbasbûyî de gelek besîcî, fermandar û endamên hêzên ewlekarî yên Îranê hatine kuştin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.