Duhê bişev li gelek deverên Tehranê cade û kolan hatibûn daxistin.
Ev 15 roje xwepîşandanên seraserî li dijî rejîma Îranê berdewamin û di vê çarçoveyê de duhê bişev li Tehrana paytext weke gelek bajarên din yên Îranê xwepîşandanên mezin hatin kirin.
Li gelek deverên Tehranê xelk daket qadan û dijî rejîma Îranê diroşmeyên bimre rejîm, bimre Xamneyî, emê Îranê rizgar bikin, emê berdewam bin û şer bikin, qiriyan.
Li meydana Sedî, li cadeya Şerîetî, cadeya Komarî, meydana Pûnek û gelek deverên din yên Tehranê xwepîşandanên mezin hatin kirin û di navbera Xwepîşander û hêzên rejîmê de pevçûn qewmîn û gelek tirimbîl û matorên hêzên rejîmê jî hatin şewitandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin