CPJ: Bi Kêmî 20 Rojnamevan di xwepêşandanên Îranê de hatine girtin

derdorê 55 kesan jî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) roja Duşemê ragihand ku ji dema ku xwepêşandanên dijî hikûmetê hefteya borî destpê kirine bi kêmî 20 rojnamevan li Îranê hatine girtin.

CPJ, ku bingeha wê li New York e, bang li desthilatdarên Îranê kir ku tepeserkirina rojnamevanan bidawî bîne û hemû rojnamevanên ku hatine girtin azad bike.

Kordînatorê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqa li CPJ, Şerîf Mensûr, got ku divê desthilatdarên Îranê "girtina wan kesan rawestîne ewên ku xwepêşandanan dişopînin û divê demûdest wan berde."

Li seranserê Îranê xwepêşandan dijî kuştina keça Kurd Jîna (Mahsa) Amînî ser destê polîsê exlaqî yên Îranê ketine hefteya xwe ya duwem.

ji aliyeke din ve tê gotin ku, heta niha zêdetir ji 55 xwepîşander jî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.