Li Hewlêrê xwepîşandaneke mezin hate kirin.
Îro 24ê Îlonê hevdem li gel dom kirina xwepîşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, yên li dijî rejîma Îranê, li Hewlêrê jî xwepîşandaneke mezin hat lidarxistin.
Ev xwepîşandana han yaku, bo diyar kirina hevsozî û piştîvaniya xelkê Rojhilat û Îranê bû, li berdem navenda sereke ya Netewên Yekgirtî ya li Hewlêrê hat lidarixstin.
Welatiyên xwepîşander bi qiriyana diroşmeyên curbicur piştîvanî û hevsoziyên xwe bo xelkê Rojhilat û Îranê diyar kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin